Di êrîşa îşxalkeran a li ser Xan Yûnisê de 17 kes şehîd bûn

Li gor tesbîtên ewil di êrîşa rejîma îşxalker a sîyonîst de li herêma El-Mewasî ya bajarê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê 17 kes şehîd bûn û 26 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 16.07.2024 17:40:19 / Güncelleme: 16.07.2024 17:40:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê da hat destnîşankirin ku li herêma El-Mewasî ya bajarê Xan Yûnisê ku beriya niha "herêma ewle" îlan kiribûn, êrîşa hewayî hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrîşên rejima îşxalker ên li herêma ku Filistîniyên koçkirî li Şerîda Xezzeyê lê siwar bûne de 17 kes şehîd bûne û 26 kes jî birîndar bûne.

Di êrîşa 13ê Tîrmehê ya ji aliyê îşxalkeran ve li herêma El-Mewasî pêk hat de herî kêm 90 kes şehîd bûn û 300 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)