Guterresê Sekreterê Giştî yê NYê: Li Xezzeyê tu ciheke ewle nîne

Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) got ku, “Li Xezzeyê her der qada mirinê ya potansîyel e.”

Ekleme: 16.07.2024 10:25:19 / Güncelleme: 16.07.2024 10:25:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Guterres di daxuyaniya xwe ya der barê Xezzeyê da diyar kir ku asta wêranî û pevçûna li Xezzeyê nayê fêmkirin û nayê qebûlkirin û wiha dewam kir: "Cihekî ewle tune ye. Li Xezzeyê her der qada mirinê ya potansiyel e."

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Guterres banga lihevkirina li Xezzeyê kir. (ÎLKHA)