Li bajarekî Xezzeyê piştî ku sotemenî qediya xebatên bîrên avê sekinîn

Hat ragihandin ku li bajarê Dêr El Balah ê li navenda Şerîda Xezzeyê, ji ber xelasibûyîna sotemeniyê xebatên hemû bîr û depoyên avê hatin sekinandin.

Ekleme: 15.07.2024 17:30:19 / Güncelleme: 15.07.2024 17:30:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berpirsên Şaredariya Dêr El-Belahê di daxuyaniya xwe de tekez kirin ku nedana sotemeniya pêwîst ji bo karên şaredariyê tawaneke şer û cezakirina komî ye ji bo hemû xelkê Xezzeyê.

Şaredariyê diyar kir ku ji ber nebûna sotemeniyê pergala avê ya bajêr ji xizmetê derketiye û 2 tankên avê û 19 bîr nikarin xizmetê bidin, lewma jiyana bi hezaran kesî ketiye bin rîskê.

Şaredariyê bal kişand ser wê yekê ku 700 hezar niştecih û kesên ji cîh bûne ji ber qutbûna avê di bin rîskên tenduristî û mirovahî de ne, şaredariyê ragihand ku li kolan û navendên sitargehê girseyên çopê kom bûne û gelek kanalîzasyon li ser rêyan kom bûne. (ÎLKHA)