Li Somalîyê êrîşa bi bombe: 5 mirî, 20 birîndar

Li paytext Mogadîşûyê di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya li kafeyeke qelebalix de 5 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 15.07.2024 13:50:19 / Güncelleme: 15.07.2024 13:50:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî nûçeya çapemeniya herêmî ya li ser bingeha polîsan, li Mogadîşûya paytexta Somaliyê li dijî kafeyeke qelebalix êrîşek bi wesayîteke bombebarkirî hate kirin.

Di êrîşa ku wesayîteke bombebarkirî hat teqandin de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê polîs Ebdulfetah Adn Hasan ji medyaya dewletê re got, "Raporên destpêkê yên polîsan diyar dikin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 20 kes jî birîndar bûne."

Heta niha kesî berpirsyariya bûyerê negirtiye ser xwe. (ÎLKHA)