Li Rihayê otobusa navbajêr qulibî: 15 birîndar

Di encama qezaya ku li navçeya Xelîlîyeya Rihayê pêk hat de 15 kes birîndar bûn.

Ekleme: 14.07.2024 16:25:04 / Güncelleme: 14.07.2024 16:25:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li nêzî Taxa Kisasê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa gel a navbajêr a bi nimreya 105 ji kontrolê derket û qulibî.

Di encama qezayê de 15 kesên di otobusê de birîndar bûn.

Di dîmenên ku hatin qeydkirin de tê dîtin rêwî camê otobusê dişkînin û hewl didin derkevin derve.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)



Etiketler: