Tugayên Qassam li Xezze û Refahê leşkerên îşxalker kuştin û birîndar kirin

Tûgayên Qassam li bajarên Xezze û Refahê di rêze çalakiyan de leşkerên îşxalker hatin kuştin û birîndarkirin û hinek tank jî îmhe kirin.

Ekleme: 13.07.2024 17:40:21 / Güncelleme: 13.07.2024 17:40:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tûgayên Qassam di roja 281emîn a Operasyona Tofana Eqsayê de li herêmên cuda yên Xezzeyê derbên giran li îşxalkeran dixin.

Tûgayan li ser kanala Telegramê der barê zincîre operasyonên ku îro li bajarê Refahê pêk anîn de agahî dan.

Qesam diyar kir ku hêzeke endazyarî ya siyonîst li navçeya El-Şûka li rojhilatê bajêr ketiye kemîna teqemeniyan ku ji aliyê mucahidan ve hatiye danîn. Wî da zanîn ku di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

Tûgayan diyar kir ku li nêzî avahiya Meclîsa Wezîran a li Taxa Tel El-Hewa ya Xezzeyê operasyonek din hatiye lidarxistin. Tûgayên Qassam diyar kirin ku di vê operasyonê de wan bi roketeke RPG li jepa Hummer a siyonîst xistin û li kêleka wesayitê bi hin leşkerên dagirker re pevçûn derket û di encamê de leşker hatin kuştin û birîndarkirin.

Kassam diyar kir ku wan li nêzî mizgefta Ebû Zer-î Giffari ya li rojhilatê Refahê kemînek datînin ser karwaneke wesayitên dagirkeriyê û destnîşan kir ku wan bi roketên Yasîn 105 3 tankên Merkava yên Siyonîst îmha kirin.

Kassam ragihand ku wan bi roketa Yasîn 105 li nêzî goristana li rojhilatê Refahê buldozereke sîyonîst "D9" xist û agir bi tankê ket. (ÎLKHA)