Rejîma îşxalker li Taxa Şûcaîyeyê ji sedî 35 avahîyan xera kir

Di daxuyanîya ku ji teref Şaredarîya Xezzeyê ve hatîye belavkirin de hat destnîşankirin ku rejîma îşxalker a sîyonîst li Taxa Şûcaîyeyê ji sedî 35 avahîyan xera kirîye.

Ekleme: 12.07.2024 14:40:25 / Güncelleme: 12.07.2024 14:40:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şaredarîya Xezzeyê, daxuyand ku ji sedî 35 avahîyên rojhilata Taxa Şûcaîyeyê hatine xerakirin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “artêşa îsraîlê, ji bona ku li Xezzeyê jîyanê bike jehr û bihêle tesîs û binesazîya bajêr xera dike. Artêşa îsraîlê hemû tesîsên wek tankêra avê, dar, camî, dibistan û bajaran bi qestî hedef digre.” (ÎLKHA)