Li Edeneyê di avahîyeke 9 qatî de şewat derket: 1 mirî

Li Edeneyê di encama şewata ku di avahîyeke 9 qatî de derket de kesekî canê xwe ji dest da, kesek jî ji nexweşxaneyê re hat rakirin.

Ekleme: 12.07.2024 10:15:20 / Güncelleme: 12.07.2024 10:15:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şewat, li Taxa Gurselpaşaya navçeya Seyhanê di qata 4emîn de derket. Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye, tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Esalettîn Solugan jî dema ku şewat derdikeve xwe ji paceyê davêje û li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dide.

Hat destnîşankirin Y.M.A. ku ji dûmanê tesîrdar bûbû jî ji nexweşxaneyê re hat rakirin.

Ekîbên îtfaîyeyê, şewatê vemirandin lê di daîreyê de zerareke ciddî pêk hat.

Derheqê sedema derketina şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)