Îşxalkeran li Cenînê zarokekî qetil kirin

Li başûrê Cenînê îşxalkeran gule reşandin û di encamê de zarokekî şehîd kirin.

Ekleme: 12.07.2024 09:20:21 / Güncelleme: 12.07.2024 09:20:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Heyva Sor a Fîlîstînê, diyar kir ku ekîbên wan cenazeya şehîd ji Nexweşxaneya Tirk a ku li Tubasê ye re birine.

Çapemenîya mehellî, îfade kirin ku hêzên îşxalker li dijî bajaroka Meyselunê êrîş dan destpêkirin, di encama êrîşê de pevçûn derket û Hasan Alî Rabaya 17 salî şehîd ket.

Di encama êrîşa ku li heman derê deket de 2 ciwan jî birîndar bûn.

Bi tevî şehadeta Rabayayê li Şerîaya Rojavayê ji 7ê Cotmehê vir ve hejmarê şehîdan derket 573 kesan û 5 hezar û 350 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)