Di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Xezze û Refahê de herî kêm 34 şehîd ketin

Hat ragihandin ku di encama êrîşên ku îro ji teref siyonîstên îşxalker ve li bajarên Xezze û Refahê hatin kirin de herî kêm 34 kes şehîd bûn.

Ekleme: 11.07.2024 17:45:20 / Güncelleme: 11.07.2024 17:45:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa îşxalker di roja 279an de êrîşên xwe yên bejahî, behrî û hewayî yên li ser Şerîda Xezzeyê didomîne, top û balefirên îşxalkeriyê gelek cîh li Xezzeyê bombebaran kirin.

Parastina Sivîl a Şerîda Xezzeyê ragihand ku di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Taxa El-Rîmal û herêmên El-Sîna û El-Ketîba yên bajarê Xezzeyê de herî kêm 30 kes şehîd bûne.

Her wiha di êrîşên dagirkeriyê yên li ser taxa Tel El-Sultan a li rojavayê Refahê de zarokek jî di nav de 4 kes şehîd bûn.

Ji 7ê Cotmeha sala borî û vir ve êrîşên artêşa îşxalker ên li ser Şerîda Xezzeyê dewam dikin, hejmara şehîdan 38 hezar û 295 û birîndaran jî 88 hezar û 241 derbas kiriye. (ÎLKHA)