Li Xezzeyê nexweşxaneya ku îşxalê tê de 500 kes qetl kiribû dîsa vebû

Nexweşxaneya El-Ehlî Ereb Baptîstê ku ji ber êrîşên rejîma sîyonîst a îşxalker ve hatibû girtin, dîsa ji xîzmetê re vebû.

Ekleme: 11.07.2024 17:09:44 / Güncelleme: 11.07.2024 17:09:44 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ofîsa Medyaya hikûmeta Şerîda Xezzeyê ragihand ku, Nexweşxaneya El-Ehlî Ereb Baptîst dîsa ji xîmetê re vebûye.

Ofîsê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku di çarçoveya plana îşxalkeriyê ya têkbirina sektora tenduristiyê û derxistina nexweşxane û navendên tenduristiyê de, nexweşxane hate girtin.

Ofîs dîyarkir ku vê ji îro şûn ve nexweşxane dîsa xizmetê bide û hewldanên mezin û fewqulade ên tixtoran ku bi şev û roj bê sekin ji bo xizmetê gelê Filistînê bikin dixebitin teqdîr kir.

Nexweşxaneya El-Ehlî Ereb Baptîst, di êrîş, dorpêç û êsîr girtina xebatkarên tendirustî ya artêşa îşxalê ya Berfanbara 2023an de hatibû girtin.

Di êrîşa artêşa îşxalê ya 17yê Cotmehê ya li ser Nexweşxaneya El-Ehlî Ereb Baptîst de nêzî 500 kes şehîd bûbû, 342 kes jî birîndar bûbû. (ÎLKHA)