Bûyer, li herêma Rîzala rojhilata Manîlayê pêk hat.
Li gor medyaya welat nexweşek derûnî ku li nexweşxaneye tedawî didît, erebeya polîsan a ku park kiribû dizîya û revîya.
Hat ragihandin polîs xwestine ku erebe ji şikdar bigirin lê serkeftî nebûne û şikdar bi erebeyê li kesên ku li kêleka rê disekinîn qelibî.
Hat ragihandin ku di bûyerê de 3 kes mirine, 5 kes jî birîndar bûne.
Zilamê nexweşîya derûnî, ji teref polîs ve hat girtin, lê hê ne dîyare ku ceza ehlîyeta şikdar heye an nîne. (ÎLKHA)