Li Tekîrdaxê di febrîqeya kimyewî de teqîn

Li Muratliya navçeya Tekîrdaxê di febrîqeya kimyewî de teqînek çê bû.

Ekleme: 11.07.2024 11:35:19 / Güncelleme: 11.07.2024 11:35:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor agahiyên hat bidestxistin, teqîn li Meheleya Herêma Pîşesazîya Organîzeya Îstîklal-Kurtpinarê di demên nîvê şevê de pêk hat.

Di teqînê de birîndar û mirî çênebûn, karker ji febrîqeyê hatin derxistin. Li ser agahdayînê ekîbên îtfaiye, tendirustî û emnîyetê hatin cihê bûyerê.

Derheqê teqînê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)