Yemenê li Behra Ereban û Kendava Adenê li 3 keştiyan xistin

Tevgera Ensarullaha Yemenê ragihand ku wan 2 keştî li Behra Ummanê û keştiyek jî li Kendava Adenê hedef girtine.

Ekleme: 10.07.2024 16:35:21 / Güncelleme: 10.07.2024 16:35:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yemen, got ku wan keştiya Emrîqayê (Maersk Sentosa) li Behra Erebî bi fuzeyên balîstîkî û fuzeyên ku baskên wan hene hedef girtine.

Yemen herwiha keştîya (Marthopolis) li Behra Erebî piştî binpêkirina biryara qedexekirina hatinûçûnê bo benderên îşxalkirî yên Filistînê, bi gelek balafirên bêînsan yê hewayê kirin hedef.

Yemenê diyar kir ku wan keştiya rejima îşxalker (MSC Patnaree) ya li Kendava Adenê bi hejmarek zêde balafirên bêmirov hedef girtin û da zanîn ku heta êrîşên rejîma îşxalker neyên sekinandin û li Xezzeyê dorpêç neyê rakirin dê operasyonên wan berdewam bikin.  (ÎLKHA)