Hîzbullah dîmenên baregehên leşkerî yên îşxalê ya li Golanê ne parvekir

Hizbullaha Libnanê vîdyoyek 10 deqîqeyan a bi navê "El-Hudhud 2" parve kir, ku têde dîmenên keşfê yên asmanî yên baregehên istixbaratî, baregehên fermandariyê û kampên li ser axa Sûriyeyê ya îşxlakiri li Golanê hene weşand.

Ekleme: 09.07.2024 17:55:24 / Güncelleme: 09.07.2024 17:55:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî medyaya leşkerî ya Hîzbullahê dîmenên li vîdyoyê, “ÎHAyên Berxwedana Îslamî baregehên istixbaratî, baregehên fermandariyê û kampên li ser axa Sûriyeyê ya îşxlakiri li Golanê hene” kişandiye.

Hizbullahê di meha Hezîranê de vîdeoyeke 9 deqeyî belav kir û tê de herêmên bakurê rejîma sîyonîst bi awayekî rast lêkolîn kir.

Di vîdyoyê de kompleksa sanayî ya leşkerî ya Rafael, bingeha leşkerî ya Hayfa, bendera sivîl a Hayfa, santrala elektrîkê ya Hayfa, balafirgeha Hayfa, tankên neftê û tesîsên petrokîmyayî, avahiya fermandariya yekîneya binê deryayê, keştiya piştevaniya lojîstîk Sa'ar 4.5 û Keştiya Sa’ar 5, û her weha avahiya fermandariya yekîneya jêrderyayî, dîmenên hewayî yên devera bendera Hayfa, tevî avahiyê, hebûn.

Di dema ku êrîşên rejîma îşxalker a li ser Lubnanê zêde dibin, Hizbullah diyar dike ku ew ji şerekî berfireh re amade ne. (ÎLKHA)