Li Îranê 114 kesên ku pirsên ezmûna ketina zanîngehê firotibûn hatin binçavkirin

Polîsê Îranê ragihand ku 114 kesên ku hatiye tesbîtkirin ku pirsên ezmûna ketina zanîngehê firotina hatine binçavkirin.

Ekleme: 09.07.2024 15:05:20 / Güncelleme: 09.07.2024 15:05:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Vehîd Mecîdê Midûrê Polîs a Micadeleya Sûcên Sîberê derheqê mijarê de daxuyanî belav kir.

Mecîd got ku, “114 kesên ku hat tesbîtkirin pirsên ezmûna zenîngehê ji ser malperên înternetê û medyaya civakî firotine hatin binçavkirin.”

Her wiha 33 kesên ji ser înternetê techîzatên kopyayê firotine jî hatine girtin. (ÎLKHA)