Li Seqeryayê di qezayên nav 4 rojan de: 1 mirî, 29 birîndar

Li Seqeryayê di nav 4 rojmên dawîn de 22 qezayên trafîkê pêk hatin, di encama wan qezayan de kesek canê xwe ji dest da, 29 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 09.07.2024 13:15:21 / Güncelleme: 09.07.2024 13:15:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîyê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku li herêma mesulîyeta ewlehî û cendermeyê de 22 qeza pêk hatine û di encama wan qezayan de kesek canê xwe ji dest da, 29 kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku di qezaya ku di nav mesulîyeta ewlehîyê de ye de 14 qeza pêk hatin, di wan qezayan de 6 kes birîndar bûne, di nav mesulîyeta herêma cendermeyê de jî 8 qeza pêk hatine û di encamê de kesekî canê xwe ji dest daye û 23 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)