Li Meletîyê di bazara qonteynirê de şewat: Gelek dikan bûn wek xwelîyê

Di bazara qonteynira li navçeya Yeşîlyurda Meletîyê de şewateke mezin derket, di encama şewatê de gelek dikan bûn wek xwelîyê.

Ekleme: 09.07.2024 10:40:20 / Güncelleme: 09.07.2024 10:40:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat îfadekirin ku şewat li Sîteya Senayîya Biçûk a li Taxa Çavuşogluyê pêk hat.

Şewata ku derket di carekî de mezin bû û belavê dikanên dinê bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Ekîbên ku gihaştin cîhê bûyerê di encama xebateke mezin de şewatê vemirandin.

Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin yê Meletîyê Samî Er hat cîhê bûyerê û ev daxuyanîyê da, “Şewata ku di Sîteya Senayîyê de derketîye me gelek endîşe kirîye. Bi tesîra meddeyên kîmyewî agir gelek mezin bûye. Ekîbên me bi lez û bez dest bi xebatê kirin û li cîhê bûyerê xebateke mezin nîşan dan. Tedawîya îtfaîyeyên me yên ku di bûyerê de birîndar bûne didome. Ji dikandarên me yên ku di şewatê de zerarê dîtine re jî ez derbasîya xwe pêşkêşî wan dikim. Em bi hemû qeweta xwe li cem wan in.” (ÎLKHA)