Rejîma îşxalker li Şerîaya Rojava 15 Filistînîyên din desteser kir

Hejmara wan kesên ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Şerîaya Rojava ji teref rejîma îşxalker ve hatin desteserkirin derket 9 hezar û 550 kesan.

Ekleme: 07.07.2024 17:05:20 / Güncelleme: 07.07.2024 17:05:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin li Şerîaya Rojava siyonistên terorîst û îşxalker bi ser gelek cihan de girtin.

Derbarê mijarê de ji teref Cemîyeta Êsîrên Filistînî û Heyeta Êsîran û ên ku Hatine Berdan ve daxuyanîyeke hevpar hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, rejîma siyonist di 24 seatên dawî de  li bajarên  Quds, Tubas, El Xelîl û Ramallahê di ser malan de girtin û herî kêm 15 kesan desteser kirin.(ÎLKHA)