Yapicioglu: “Yên ku naxwazin ev welat rehet bibe, mezin bibe û pêşde here, naxwazin pirsgirêka kurd çareser bibe”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di axavtina xwe ya ku di Kongreya Mezin a Asayî ya 5emîn a partiya xwe de kir de wiha got: "Hewceyîya welat ji HUDA PARê re heye çimkî HUDA PAR hereketeke siyasî ye ku hewcedariya girtina destûrê ji hêzên cîhanî û îqtîdara girêdayî wan nabîne û dibêje 'Xwedê besî me ye'."

Ekleme: 07.07.2024 16:35:24 / Güncelleme: 07.07.2024 16:35:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

HUDA PARê bi şiyara "Sîstema Adil, Parvekirina Biheq" 5emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar xist. Di kongreya ku li Navenda Kongre û Kultirê ya Bakurê Enqereyê hat lidarxistin de Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku ji nû ve wek namzedê serokiyê hat tayînkirin axavtinek kir.

Yapicioglu bi besmele, hemd, selat û selamê dest bi axaftina xwe kir.

Yapicioglu got ku, “Em hevrêyên Selâhaddînê Eyyûbîyan, Mewlâna Xalidan, Ustad Bedîuzzamanan in. Em bi xwendina Yûnisan, Mewlanayan, Akifan, Zahid Korkuyan hatine van rojan.”

“We birayên xwe yên li Xezzeyê demek jî tenê nehişt”

Yapicioglu bi bîr xist ku li Filistîn û Xezzeyê her roj bi sedan însan tên şehîdkirin, siyonîzma hov 9 meh in li Filistînê malan xera dike û kal, pîr, jin, zarok, pitikên di kuwezan de û bêgunehên qels di nav nivînên wan ên nexweş de ne bi hovane qetil dike û gotinên xwe wiha berdewam kir:

“Hejmara şehîdan çil hezarî derbas kir... Tu kes nizane ku di bin enqazan de çend kes hene... bi deh hezaran birîndar hene. We birayên xwe yên li Xezzeyê demek jî tenê nehişt. Hun ji dewa Qudsê re xerîb neman. Li derve û hundir, bi şev û roj, yek bi yek û bi kom we behsa zilmê kir, we haya însanan jê çêkir. Bazinên xwe, xercaneyên zarokên xwe we şandin birayên xwe. Hûn bi şev û roj beziyan da ku hûn ji bo hevgirtina mirovatî û misilmanan bi Filistînê re tevbigerin. We her şev nobeda Xezzeyê girt, sîyonîstên qirker û parêzvanê wan Emerîka protesto kirin. We siyonîst qehr kir û birayên xwe şa kir.

“Sîyonîzm, wehşeta vê serdemê ye”

Yapicioglu li ser qirkirina Xezzeyê peyivî û got, “Li Xezzeyê wehşet heye, ne wehşeteke modern e, postmodern e! Sîyonîzm, wehşeta vê serdemê ye, tesewwira postmodern a wehşetên dîrokê ye. Sîyonîstan qirkirnê dike û ji mirovahiyê, yan piştgirîdana qirkirinê yan jî bêdeng mayîna qirkirinê dixwaze. Em çi piştgiriyê didin çi jî bêdeng dimînin. Em ji vir dîsa diqîrin: Sîyonîzm, terorîzma herî mezin a vê serdemê ye. Buyerên ku li Filistînê bi taybetî Xezzeyê diqewime, terorîzmeke kûreyî ya ku ji gelek pêkhateyên pêk tê. Sîyonîstan bazê biçek a vê pêkhateya kûreyî ye. Hin ji wan di nava pergala navneteweyî de zemîna vê wehşeta xwe amade kirin, hin ji wan derfetên personelê dan, hin ji wan pereyan didin. Siyonîst bi pişta xwe li ber çavê me jenosîdê dikin. Terorîzma cîhanî encax bi hevgirtina cîhanî dikare ji holê rabe. Bangawaziya me pêşî li Misilmanan, paşê jî ji hemû mirovahiyê re ye.

“Îslam, navnîşana me ya netewîye û Quds, şîara Îslamê ye”

Yapicioglu gotinên xwe wisa domand:

“Em wek HUDA PAR bi berpirsiyariya xwe ya dîrokî dizanin. Beşeke girîng a erdnîgariya me di serdema Hz. Omer de bi Îslamê hate qedirgirtin. Em wêrisê fetihkarê Qudsê Ebû Ubeyde b. Cerrahan, Hz. Iyaz b. Xaneman, Hz. Xalid b. Welîdan û sehabeyên din ên mezin in. Me tu carî Ebû Ubeydeyên îro bi tenê nehiştiye, tu car jî bi tenê nehêlin. Em neviyên Selahaddîn in; Em bi fetihkariya Qudsê û parêzgerê Qudsê serbilind in. Ji bo me, Quds ne cihekî dûr an li çolê ye, ew di dilê me de ye. Bajarê me; Piştî ku bi Îslamê hat hurmetkirin, li hemberî Bîzans û xaçparêzan ji bo Qudsê bû mertal. Bav û kalên me bi parêzgerên Qudsê serbilind bûn. Îslam nasnameya me ya netewî ye û Quds şîara Îslamê ye. Em ê vê nasnameyê heta dawiyê biparêzin û vê dirûşma pîroz bidomînin."

“Berxwedana Xezzeyê, hereketa rizgariya însaniyetê ya li dijî sîyonîzmê ye”

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, “Em Mislimanên li Xezzeyê ya li dijî sîyonîzmê şer dikin silav dikin. Li gorî me artêşa Îslamê ye ku li Xezzeyê şer dike. Ne tenê ew, artêşa mirovahiyê ye. Berxwedana li Xezzeyê hereketa azadiya mirovahiyê ya li dijî sîyonîzmê ye. Em careke din Misilmanên ku piştgiriyê didin vê hereketê, zanîngehên bajarên cuda yên Rojava û Başûrê Amerîkayê û bi sed hezaran kesên ku kolan tijî dikin bi rêzdarî silav dikin. Mucahîdên li Xezzeyê serbilindiya mirovahiyê ne, yên ku piştgiriyê didin wan jî serbilindiya mirovahiyê ne. Me weke HUDA PARê me piştgirî da her qonaxa micadeleya pîroz a li Xezzeyê. Em ê piştgiriya xwe jî bidomînin.”

Pêşnûmeqanûna der barê kesên di qirkirinê de cih digirin wê roja Sêşemê li Meclîsê bê nîqaşkirin

Yapicioglu, da zanîn ku kujerên ku welatiyên Tirkiyeyê ne û hevkarên terora postmodern û qirkirina li wir tên kirin hene û bi bîr xist ku ji bo cezakirina wan pêşnûmeqanûnek pêşkêşî kirine û got, "Pêşniyara me wê 2 roj şûnde li Lijneya Giştî ya Meclîsê bê nîqaşkirin. Sêşema bê Em hay jê hene ku dema vê yekê dikin em hin kesan bêzar dikin. Em ê ji bo doza Îslamê û mirovahiyê çi ji destê me were bikin. Em ji roja ewil ve ji bo ku Tirkiye bibe xwedî makezagoneke nû, bêyî ku rojeva Xezzeyê îhmal nekin, dixebitin. Em piştgiriyê didin hewldanên erênî. Me li derdora civaka sivîl geriyan û me nêzîkatiya xwe ji partiyên ku em dikarin xwe bigihînin re vegot. Di vî warî de em giringiyê didin xîret û hewlên Serokkomar û Serokê Parlamentoyê. Lêbelê, me nêrîna xwe pêşkêş kir.”

“Yên ku naxwazin ev welat rehet bibe, mezin bibe û pêşde here, naxwazin pirsgirêka kurd çareser bibe”

Yapicioglu destnîşan kir ku pirsgirêka kurd rasterast bi pirsgirêka makezagonê ve girêdayî ye û got, "Mixabin dema ku li Tirkiyeyê makezagon tên guhertin, pirsgirêka kurd kûrtir bûye. Werin em vê carê makeqanûneke ku wê vê pirsgirêkê ji holê rabike çêbikin. Ji kesên ku dibêjin gelo Pirsgirêka Kurd jî pirsgirêkek e, ji yên ku me fêm nakin, ji yên ku naxwazin me fêm bikin, em ji yên ku meselê digihînin aliyên din re dibêjin: Ma we zarokek ku nikaribe bi qalikê xwe re biaxive, fikiriye. We xeyal kir ku bapîr nikare bi neviyê xwe re biaxive, tu dikarî sê rojan bi neviyê xwe re nede axaftin. Yên ku vê dikişînin hene, yên ku vê ezabê dikişînin hene. Bi dîtina me eger heta niha me nekariye destûra xwe bi xwe çêkin, ev ji ber girêdayiya derve ye. Neçareseriya pirsgirêka Kurd li pêşiya serxwebûna tam astenga herî mezin e. Pirsgirêkên me yên ku em nikarin li ser esasê edaletê çareser bikin, dibin çekên ku dijminên me li dijî me bikar tînin. Yên ku naxwazin ev welat rehet bibe, mezin bibe û pêşde here, naxwazin pirsgirêka kurd çareser bibe. Werin em serê xwe bidin hev û vê yekê nehêlin. Ji bo vî karî tenê cesareta li derve û dilpakiya li hundir divê. Em di wê baweriyê de ne ku dema cesaret û dilpakiyê bigihêje hev, ev pirsgirêk çareser dibe.”

Yapicioglu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Em ê piştrast bin ku yên ku pirsgirêka Kurd ji bo Tirkiyeyê di nava xwe de bihêlin ew in ku di nava me de faşîzm û nîjadperestiyê dixwin û mezin dikin. Bila derdê xwe ji wan re nekin derfet. Werin em ji hev fêm bikin, bibin wêrek û dilpak.

Çareseriya pirsgirêka Kurd wê Tirkiye mezin bike û bihêz bike.

Weke HUDA PARê me piştgirî da bangawaziyên dersên bijarte yên kurdî. Me ji bo tayînkirina mamosteyên kurdî zêdetir xebitî. Helbet em vê têr nabînin. Nayê qebûlkirin ku li pêşiya dersên hilbijartî astengî bên danîn. Divê êdî mafê perwerdehiya zimanê zikmakî nebe şoven.”

“Derxistina astengiyan li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê ji sedî sed berovajî serpêhatiya me ya dîrokî ye”

Yapicioglu da zanîn ku ew mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî wek mafekî bingehîn dibînin û bi baweriya wan divê hemû astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bên rakirin û wiha dewam kir:

“Li pêşiya perwerdehiya bi zimanê dayikê astengkirin ji sedî 100 şi dijî serpêhatiya me ya dîrokî ye. Di dîroka Îslamê de û di pratîka Misilmanan de tu carî li pêşiya perwerdeya zimanê zikmakî astengî derneketiye. Dema ku di serdema Hz. Omer de axên gelên ne-ereb bi axên Îslamî ve hatin girêdan, li pêşiya zimanê zikmakî tu astengî derneketibû û ji wê demê heta niha tu dewleteke Îslamî serî li astengeke wiha nedaye. Astengiyên li pêşiya perwerdeya zimanê zikmakî, berhema rojavabûn û rojavabûnî ye. Îro dema ku rojava vê yekê red dike, çewisandina me ji vê re ji qral bêhtir qralîtî ye. Tirkiye bi rizgariya xwe ji vê yekê sûdê werdigire. Werin em werin ser hişê xwe. Werin em bi hev re bi biratî, mil bi mil, vê lîstikê xera bikin û ber bi hêzek cîhanî ve bimeşin.” (ÎLKHA)