Rûsyayê êrîş bir li ser Donetskê: 7 mirî 20 birîndar

Hat ragihandin Rûsyayê bi mûşekan êrîş bir li ser bajara Donetska Ukraynanyê. Di êrîşê de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 07.07.2024 11:35:21 / Güncelleme: 07.07.2024 11:35:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Walîyê Donetskê Vadym Filashkin  derbarê êrîşa ku ji teref Rûsyayê ve hat lidarxistin de daxuyanîyek belav kir.

Vadym Filashkin di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, Rûsyayê bi mûşekan bajara Donetskê bombebaran kir, di encama bombebarana ku hat kirin de herî kêm 7 kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakriin nexweşxaneyê.(ÎLKHA)