Rejîma îşxalker 5 rojnamevanên din qetil kirin

Di êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst ser Şerîda Xezzeyê de 5 rojnamevanên din ên Filistînî ku yek ji wan jin bû hatin qetilkirin.

Ekleme: 06.07.2024 15:25:24 / Güncelleme: 06.07.2024 15:25:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya Hikûmeta Xezzeyê ve hat dayîn de, der barê rojnamegerên ku ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve dema ku rejîma îşxalker dest bi êrîşên xwe yên li Şerîda Xezzeyê kir, agahî hatin dayîn.

Hat diyarkirin ku rejîma îşxalker di 12 seetên dawî de di êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê de 5 rojnamevan qetil kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Şerîda Xezzeyê ya ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir va di bin êrîşên artêşa îsraîlê da ye hejmara rojnamegerên hatin qetilkirin derket 158an.

Di daxuyaniya berê ya Ofîsa Ragihandinê de hat gotin ku “ji bo ku dengê Filistînê bibire, rastiyan veşêre û nûçe û agahiyan negihêje raya giştî ya herêmê û navneteweyî rejîma îşxalker bi qestî rojnamevan li Xezzeyê qetil kir.” (ÎLKHA)