Rejîma sîyonîst li sîvîlan xist: 11 şehîd

Rejîma îşxalker a sîyonst li Xezzeyê çend êrîşan li dar xist, di encama wan êrîşan de 11 Fîlîstînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 06.07.2024 09:05:19 / Güncelleme: 06.07.2024 09:05:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî WAFAyê, artêşa îşxalê li navenda Xezzeyê û herêmên Nuseyrat û El-Mexazîyê êrîşan li dar xist.

Di êrîşa ku li dijî malekî ya li Nuseyrat û Mexazîyê û depoyeke aîdê UNRWAyê hat lidarxistin de 9, di êrîşa ku li malekî ya li navenda Xezzeyê hat lidarxistin de jî 2 Fîlîstînî şehîd bûn.

Di êrîşê de gelek kes şehîd bûn.

Di navbera şehîdan de pîrek û zarok jî hene.

Çavkanîyên tenduristîyê destnîşan kirin ku ew ji ber zêdebûna hejmarê şehîdan endîşedar in. (ÎLKHA)