Weqfa Evîndarên pêxember Ji ber Sersala Hicrî ya ku him Pêxember eleyhîsselam wê demê ji Mekkeyê çû ye Medîneyê û him jî destpêka meha Muherremê ye, peyameke da weşandin.
Peyama ku hatibû hazirkirin ji teref Yakup Kayayê Endamê Lijneya Rêvebiriya Weqfa Evîndarên Pêxember ve hat xwendin.
Kayayê ku bi hemdê Xwedê teala û selat û selama li ser Resûlê Xwedê anî dest bi şitexaliya xwe kir de wiha got, “... Ewên ku hîcret kirin, ji welatên xwe hatin derxistin, di rêya min ezîyetê dîtin, ceng kirin, hatin kuştin. Bi qesem ezê li ser gunehên wan bigirim û ewan jî têxim bihuşta ku ji binê wan çemên ji zerê diherike. Mukafatên herî xweş li qatê Xwedê ya.”
"Hîcret ne revîna ji zehmetiyan e, ji bo ji holê rakirina zilmê û pêkanîna edaletê qonaxeke nebevî ye."
Kaya destnîşan kir ku rêwîtiya dîrokî û tewhîdî ya Hz Muhammed (eleyhîsselam) ji Mekkeyê ber bi Medîneyê ve çerxa dîroka mirovahiyê guhertiye û ji bo alema Îslamê wek nuqteya destpêkê ya salnameyê tê qebûlkirin û wiha got: "Hîcret ne revîna ji zehmetiyan e, ji bo ji holê rakirina zilmê û pêkanîna edaletê qonaxeke nebevî ye. Hicret; Ev nîşana wê yekê ye ku Îslam dineke pir mezin e ku di nav sînorên erdnîgarî de were girtin. Hicret, wesfa qasidên qenciyê ye ji bo mirovahiyê, ku bêyî ku tu berdêl ji bo rizgariya mirovahiyê bidin, bi diruşma kirina karên qenc tevdigerin."
Kaya gotinên xwe wisa domand, “Erê! 1400 sal berê zîhniyeta statukoparêz a wê demê li dijî mamosteyên mirovahî, edalet û azadiyê dest bi şerekî bê hempa kir. Lê belê di vê serdema tarî de biratîyeke xurt a mîna biratiya Muhacir/Ensar pêş ket û avahiyeke qayîm, mîna kerpîçên avahiyekê ku li ser milên hev bilind dibin, derket holê. Ev model ji aliyê Misilmanên ku di dîroka Îslamê de rastî zilm û zordariya cûrbecûr hatine, hatiye bikaranîn. Hemû civakan bûyera ku di dîroka xwe de ya herî girîng dihesibînin, weke destpêka salnameyên xwe qebûl kirine. Her wiha bûyera Hicrê di alema Îslamê de dema em li encamên wê dinêrin xwedî cihekî girîng e ku weke destpêka salnameya me hatiye qebûlkirin.”
“Ji bo ku erdnîgariya Îslamê ya îşxalkirî azadiya xwe bi dest bixe divê em biratiya Îslamê ji nû ve ava bikin”
Kaya destnîşan kir ku ev hewldana girîng ji aliyê hikûmetên rojavayî ve ji bo derbeyê li yekitiya ummeta Îslamê bê xistin, di bin nava modernîte û rojavayîbûyîn de derbasî teqwîma Mîladî hatiye kirin û ev jî him ji Misilmanan re bûye sebeba jibîr kirina dîroka xwe him jî dixebitin ku hişmendîya kultir û dîroka rojavayê têxin serê gelê Misilman.
Kaya destnîşan kir ku divê hişmendiya dîrokî ya ku wek Misilmanan ji destê me hatiye standin paşde bê vegerandin û teqwîma Hicrî zêdetir bê dîtin û wiha got: "Divê em biratiya îslamî ya ku piştî Hicretê hatiye avakirin ji nû ve saz bikin da ku em azadiya erdnîgariya îslamî ya dagirkirî ya ku di nav xwîn û hêstiran de xeniqiye, ji ber pevçûnan lawaz bûye bi dest bixin. Divê em Quran û Sunnetê hembêz bikin, ji bo têgihiştin û zindî kirina wan micadele bikin û di mijarên hêsan de nekevin nakokiyên di dîrokê de hene."
Kaya bal kişand ser êrîşên nîjadperest ên di demên dawî de zêde bûne û wiha got:
“Bi vê yekê; bi hêvîya ku sûcên nijadperestî yên îro hem li dijî koçberan û hem jî li dijî hemû mirovahiyê tên kirin bi dawî bibe, em ê her tim li hember felaketên nijadî yên ku li welatê me di van demên dawîn de tên zindîkirin hişyar bimînin û em ê li kêleka mezlûman bibin, sala nû ya Hicrî li tevahî ummeta Îslamê pîroz dikin û ji Xwedayê mezin hêvî dikin ku ev yek bibe sedema veger û şiyarbûna umeta Îslamê.” (ÎLKHA)