Rejîma sîyonîst êrîşî sîvîlan kir: Herî kêm 10 şehîd

Rejîma îşxalker a sîyonîst ku li dijî Xezzeyê qetlîam û êrîşên xwe didomîne, herî kêm  10 Fîlîstînîyên dinê jî şehîd kir.

Ekleme: 05.07.2024 14:35:21 / Güncelleme: 05.07.2024 14:35:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma îşxalker li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne.

Çavkanîyên tenduristîya Xezzeyê, îfade kir ku li Xan Yûnisê malekî hatîye hedefgirtin, di encama êrîşê de 2 Fîlîstînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Artêşa îşxalê li Nuseyratê bi balafirên herbê êrîşî malekî kirin, di encama êrîşê de 4 Fîlîstînî şehîd bûn, hinekên wan jî birîndar bûn.

Ji ber ku ÎHAyên terorîstan li herêma El-Mewasîyê komeke Fîlîstînî hedef girt herî kêm 2 kes şehîd bûn.

Balafirên herbê yên îşxalkeran li Taxa Ed-Durcê malekî bombe kir, di encamê de herî kêm 2 kes şehîd bûn, 6 kes jî birîndar bûn.

Di encama êrîşan de heta niha 15 hezar û 694 jê zarok, 10 hezar û 279 jê pîrek tev de 38 hezar û 11 Fîlîstînî hatin qetilkirin.

Hejmarê birîndaran jî derket 87 hezar û 445 kesan. (ÎLKHA)