Mînîbûsa rêwîyan û pîkap li hev qelibîn: 3 jê giran 13 birîndar

Li serê rêya Dîyarbekir-Êlihê mînîbûsek û pîkabek li hev qelibîn, di encama qezayê de zarok jî di nav de 3 jê giran 13 kes birîndar bûn.

Ekleme: 04.07.2024 13:45:20 / Güncelleme: 04.07.2024 13:45:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di seat 09.42yan de li çarrêya gundê Seletê pêk hat.

Mînîbûsa bi plaqeya 56 KD 668 ya ku nasnameya şofêrê wî nehat hînbûn û sefera Dîyarbekir-Êlihê dikir, li çarrê bi pîkaba ku plaqeya wî 72 AAG 837 li hev qelibî.

Di encama qezayê de mînîbûs gêrê şerempolê bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 3 jê giran 13 kes birîndar bûn, mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyên Dîyarbekir, Bismil û Êlihê re hatin sewqkirin.

Dîmenên qezayê ji teref qemerayên ewlehîyê ve hatin kişandin. (ÎLKHA)