Xelkê Îngilistanê, ji ber biryara hilbijartina zû ew ê îro rayan bavêjin.
Dengdayîn di seat 07.00an de dest pê kir û ew ê heta 22.00an bidome.
Welat di 31ê Çileya 2020an de ji Yekîtîya Ewrûpayê veqetîyabû û ev hilbijartin jî piştî veqetînê hilbijartina ewil e, bi vê minasebetê ew ê xelk Kamaraya Avamê hilbijêre.
Li welat, ji 45 milyonî zêdetir mirov mafê wan ê dengdayînê heye.
Partîya ku ew ê hikumeta nû saz bike divê ji nîvî zêdetir kursîyên Kamaraya Avamê ku 650 kursîyên wî hene bistîne. (ÎLKHA)