HUDA PAR: Bûyerên li Qeyserîyê û Sûrîyeyê tu dem nayê qebûlkirin!

Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç, derheqê êrîşên li dijî penaberên Sûrîyeyê de weha got, “Bûyerên ku li Qeyserîyê pêk hatine, cardin dide ber çavên me ku gotinên nefret ên li djiî penaberan têne gotin ji wehşetê re vegerîyaye.”

Ekleme: 03.07.2024 18:25:19 / Güncelleme: 03.07.2024 18:25:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Alîkarê Serokê Giştî û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç di Meclîsê de bi daxuyanîya çapemenîyê nirxandinên partîya xwe ya derheqê nav welat û derveyê welat de parve kir. Dînç di daxuyanîyê de derheqê bûyerên ku li Qeyserîyê pêk hatine de jî axivî.

Li Qeyseriyê li ser xeberên ku zarokeke 7 salî hatiye tacîzkirin bûyerek mezin pêk hat û ji wan bûyeran re provokator jî ketin nav. Ev bûyeran paşê belavê Sûriyeyê bûbûn.

Ev provokasyon û tevgerên lêsorkirinê di rojeva HUDA PARê de bû.

Dinç weha got, “Bûyerên ku li Qeyseriyê qewimîn û nefreta li ser koçberan guherî wahşetek mezin. Piştî bûyerên li Qeyseriyê qewimîn, dewamiya wan li Sûryeyê jî pêk hat. Êrîş li tir û wesayitên Tirkyeyê hat kirin. Ev her du bûyer kîret û qirêj e. Ev bûyerên ku qewimîne tu carî nayên qebûlkirin. Tacîza li ser zaroka 7 salî tu însanekî xwedî vîcdan qebûl nake. Ev bûyeran dide nîşandan ku destekê din li paş van bûyeran heye.”

Dînç di axaftina xwe de destnîşan kir, ev bûyerên ku li Qeyseriyê qewimîne encamên nefreta bi salan e:

“Mixabin ji teref hinek sîyasetmedar û medyayê ve koçber her tim hedef hatin nîşandan. Qrîza îqtîsadî û cudahiyên civakê bahene nîşan didin û van nefret û êrîşên xwe meşrû nîşan didin. “

Dînç, ji bona ku kesên provokator bêne cezakirin bang li hukumatê kir:

“Kî van sûcan dikin, divê di demek kurt de bên tespîtkirin û bên derxistin pêşberê huqûqê û bên cezakirin. Wezîfeya hikumatê ye ku, ewlehî û emniyeta koçberan bigire. Divê bi eqlê selîm herkes tevbigeri. Li hember kesên provokatîf jî tawîz neyê dayîn.” (ÎLKHA)