Li Hîndistanê di dema ayînê de îzdîhem derket: 87 mirî

Li wîlayeta Uttar Pradeşa Hîndistanê di dema ayînekî de îzdîhem derket, di encamê de 87 kes mirin.

Ekleme: 03.07.2024 10:35:19 / Güncelleme: 03.07.2024 10:35:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî çavkanîyên herêmî, li bajaroka Sikandara Rauya li herêma Hathrasê di dema ayîna bi navê “satsang”ê de îzdîhamek pêk hat.

Dr. Umesh Kumar Tripathi ku yek ji rayedarên herêma Etahê ye û derheqê îzdîhemê de daxuyanîyek da, di daxuyanîya xwe de weha got, “Di îzdîhemê de 87 însanên me mirin. Hinek birîndar jî ji nexweşxaneyên re hatin rakirin.”

Tripathi, îfade kir ku di nav mirîyan de 3 heb jî zarok hene. (ÎLKHA)