Du otobusên rêwîyan li hev qelibîn: 15 birîndar

Di encama qezaya ku li hêla Boluyê pêk hat de 15 kes birîndar bûn.

Ekleme: 02.07.2024 11:55:22 / Güncelleme: 02.07.2024 11:55:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li ser Şahreya Anatolîyê ya li hêla Boluyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa bi plaqeya 34 HJ 9095  li otobusa bi plaqeya 44 AFN 688 a li pêşîya xwe qelibî.

Di encama qezayê de 15 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)