Li Amedê şewata daristanê

Li navçeya Çûngûşê xebatên tefandina şewata daristan û pûş dewam dikin.

Ekleme: 02.07.2024 10:55:21 / Güncelleme: 02.07.2024 10:55:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li navçeya Çûngûşa Diyarbekirê agir bi daristan û pûşê ket.

Şewata ku li Gundê Gokçe Pelîtê derket ji ber bandora bayê di demeke kin da mezin bû.

Li ser agahdarkirinê ekîbên îtfaiye û Midûriyeta Herêmê ya Daristanan sewqî herêmê hatin kirin.

Bi mudaxeleya ekîb û gelê herêmê şewat tê kontrolkirin.

Li herêma ku ba bi bandor e xebatên tefandinê bi dijwarî tên kirin. (ÎLKHA)