Şewata firêzê ya ku li Êlihê derket hat tefandin

Hat ragihandin li Êlihê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di erdên ku lê firêze hebû de şewat derket.

Ekleme: 02.07.2024 10:50:22 / Güncelleme: 02.07.2024 10:50:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şewat li gundê Akubayê girêdayê Êlihê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di wextên êvarî de di nav erdên bi firêze de derket.

Piştî hesîna bûyerê ekîbên daristan, AFAD, îtfaîye û UMKEyê çûn cihê bûyerê û midaxeleyî bûyerê kirin.

Şewat di encama xebatên ku hat kirin de hat tefandin.(ÎLKHA)



Etiketler: