Di navbera çeteyên hişbirê de pevçûn derket: 19 mirî

Li Meksîkayê di şerê ku navbera çeteyên hişbirê derket de 19 kes mirin.

Ekleme: 02.07.2024 10:25:21 / Güncelleme: 02.07.2024 10:25:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, li bajarokê La Concordia yê li başûrê eyaleta Chiapas a li ser sînorê Guatemalayê di navbera du komên çeteyan de bi çekên giran pevçûn derket.

Li gorî agahiyên destpêkê di pevçûnan de 19 kes mirin. Piştî bûyerê hejmareke zêde ekîbên polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Sekreteriya Parêzgehê derbarê pevçûnê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pevçûn di navbera kartela Sinaloa û kartela Chiapasê de derketiye û ji ber rêya tiryakê ya li herêmên sînor pevçûn derketiye. (ÎLKHA)



Etiketler: