Li Fransayê êrîş li dawetekê hat kirin: Yek mirî

Li Fransayê di êrîşa çekdarî ya ku li dawetekê hat kirin de herî kêm kesek mir û gelek kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 30.06.2024 15:05:21 / Güncelleme: 30.06.2024 15:05:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li bakurê rojhilatê Fransayê, li komuna Thionville (herêma Mosêlle) pêk hat.

Li gorî medyaya welêt, komek kesên ku bi çekên otomotîk bûn, li nêzîkî salona ku dawet lê hatibû lidarxistin, gule bi ser kesên kom bibûn de reşandin.

Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de ciwanek jiyana xwe ji dest da û 2 jê giran 4 kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê gelek ekîbên polês û tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin.

Heta niha nayê zanîn ku êrîşkar kî ne û çima êrîşeke wiha pêk anîne.

Lêpirsîna polîsan a derbarê bûyerê de û xebatên ji bo girtina şikdaran berdewam dikin. (ÎLKHA)