Rejîma sîyonîst li Refahê îşxalê firehtir kir: Di nav rojekî de 60 hezar kes ji cîhê xwe bûn

Artêşa rejîma îşxalker, li bakurrojavaya Refahê îşxala xwe ya ji bejahîyê firehtir kirîye.

Ekleme: 29.06.2024 09:50:19 / Güncelleme: 29.06.2024 09:50:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa îşxalê, li herêma Mewasîyê di nav demeke dirêj de bi topan êrîş li dar xist. Di Fîlîstînîyên ku ji cîhê xwe bûne de şehîd û birîndar hene.

Dema ku hêj êrîş berdewam dikir, artêşa îşxalê berê xwe da herêma Eş-Şakûş û Parqê.

Herêma El-Mewasîya ku di navbera Refah û Xan Yûnisê de ye, cîhê “herêmên ewle” ye ku rejîma îşxalker ji Fîlîsîtnîyan re digot biçin wan herêman.

Li herêmê, Fîlîstînîyên ku ji cîhê xwe bûne di nav şert û mercên zor û zehmet de jîyana xwe derbas dikin. Însanên ku malên xwe terk kirine û xwe sipartine van herêman, di temînkirina xwarin, av, paqijî û xizmetên tenduristîyê de gelek zehmetîyên mezin dikşînin.

Neteweyên Yekbûyî daxuyand ku artêşa îşxalê piştî “diyarîya tehlîyeyê” li rojhilata Xezzeyê di nav rojekî de 60 kesan ji cîhê wan kirîye.

Berdevkê NY Stephane Dujarric, bal li ser tehlîyeya ku li rojhilata Xezzeyê tê kirin kişand û got, “artêşa îşxalê li rojhilata Xezzeyê li dijî 28 sitargehan emra tehlîyeya acilî daye û piştî ev qerarê doh 60 hezar kes ji cîhê xwe hatin kirin.”

Dujarric, îfade kir ku derheqê gihandina alîkarîyên însanî de hêj pirsgirêk berdewam dikin. (ÎLKHA)