Rejîma sîyonîst ji başûrê Libnanê re êrîşa asîmanî li dar xist

Artêşa îşxalê, li bajaroka Hadasaya başûrê Libnanê êrîşa asîmanî li dar xist, Hîzbullah jî li cothegên Şebaayê li dijî mewzîyên leşkerî operasyonek li dar xist.

Ekleme: 28.06.2024 09:55:18 / Güncelleme: 28.06.2024 09:55:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Balafirên herbê yên aîdê artêşa îşxalê, li dijî bajaroka Hadasaya ku girêdayê navçeya Bînt Cubeylêye êrîşa asîmanî li dar xist.

Hat îfadekirin ku bajarok piştî êrîşa asîmanî bi topan hat hedefgirtin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Hîzbullahê ve hatîye belavkirin, hat destnîşankirin ku ew li dijî cîhên leşkerî yên Ruveysa el-Karn a ku li cotgehên Şebaayê ne bi fuzeyan hedef girtin.

Di navbera rejîma îşxalker û Libnanê de di nav hefteyên dawîn de li sînora ku wek bi navê “Xeta Şîn” tê binavkirin gengeşî zêde bûye. (ÎLKHA)