Hîzbullah li hedefên rejîma îşxalker xist

Hîzbullahê Libnanê, operasyonên xwe yên li dijî mewzîyên rejîma îşxalker didomîne, ji cîhê ku leşkerên terorîst li sînora Fîlîstînê xwe bi cîh kiribûn re operasyoneke nû lidarxistin.

Ekleme: 27.06.2024 16:40:04 / Güncelleme: 27.06.2024 16:40:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Hîzbullahê Libnanê ve hat belavkirin de hat daxuyandin ji cîhê ku leşkerên sîyonîstan xwe li wê derê bi cîh kiribûn û navê wî "Al-Mutla" ye re bi çekên mûnasîb hedef girtine û hedef îsabet girtîye.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ji bona ku ji berxwedana bi nav û deng ê xelkê mêrxas ê Xezze û Fîlîstînê re destekê bidin û ji bona ku ji êrîşên rejîma îşxalker re ku li gundên başûrê Libnanê li dar dixin re bersivê bidin li dijî leşkerên li Mutlayê bi çekên mûnasîb operasyonan li dar dixin.

Di encama operasyonê de di avahîyê de şewat derket, leşkerên di nav avahîyê de jî mirine û birîndar bûne. (ÎLKHA)