Fermandarê berê yê artêşa Bolîvyayê ku hewla derbeyê dabû, hat girtin

Fermandarê berê yê artêşa Bolîvyayê Jose Zuniga ku li dijî Serokkomarê Bolîvyayê hewla derbeya leşkerî dabû, hate girtin.

Ekleme: 27.06.2024 13:50:18 / Güncelleme: 27.06.2024 13:50:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Fermandarê berê yê artêşa Bolîvyayê piştî hewla derbeya leşkerî ya têkçûyî ya li dijî Serokê Bolîvyayê hate girtin. Piştî hewldanê hêzên ewlehiyê fermandarê ku hewla derbeyê dabû hat binçavkirin.

Hewldana derbeyê di demekê de pêk hat ku li Bolîvyayê tansiyona siyasî bilind bû. Rayedaran diyar kirin ku înîsiyatîfa hatiye tepisandin û pêvajoyên demokratîk hatine parastin. Hat diyarkirin ku serfermandarê berê yê ku hatiye girtin dê li gel kesên din ên beşdarî hewla derbeyê bûne hesab bide. (ÎLKHA)