Encamên LGSê ew ê sibê bên eşkerekirin

Encamên îmtîhana navendî ya di çarçoveya Pergala Veguhestina Lîseyan (LGS) de wê 28ê Hezîranê roja Înê bên eşkerekirin.

Ekleme: 27.06.2024 10:50:19 / Güncelleme: 27.06.2024 10:50:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îsal milyonek û 38 hezar û 192 şagirtên pola 8emîn ji bo îmtîhana navendî ya ku ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve di çarçoveya LGSyê da tê kirin, serlêdan kirin.

Îmtîhan di du rûniştinan de, li 973 navendên îmtîhanên navxweyî, li 62 hezar û 663 salonan li 3 hezar û 891 dibistanan; Li derveyî welat li 11 navendên îmtîhanê û 35 salonên 11 dibistanên îmtîhanê hat lidarxistin.

Mifteyên bersivê piştî îmtîhanê demek kin hatin weşandin. Xwendekaran rojek piştî îmtîhanê ji dibistanên ku îmtîhanê lê digirtin pirtûkên îmtîhanê wergirtin.

Encamên îmtîhana navendî ya LGSyê dê sibê bên eşkerekirin. Sibe jî dê Rêbernameya Tercîh û Bicîhkirinê ya Veguheztina Perwerdehiya Navîn a di derbarê pêvajoya bicihbûnê de were weşandin. (ÎLKHA)