Henîyye ji bo malbata xwe ya ku şehîd ketîye daxuyanî da

Serokê Biroya Sîyasî yê HAMASê Îsmaîl Henîyye, derheqê 11 şehîdên ku di nav wan de malbata wî jî hebû de daxuyanîyek da, “Ger ku dijmin difikire ku ew bi hedefgirtina malbata min û zarokên min ew ê mewzî û berxwedanê veguherîne, bila zanibe ku ew di nav şaşwazîyê da ye.”

Ekleme: 26.06.2024 11:35:20 / Güncelleme: 26.06.2024 11:35:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Henîyye, derheqê hedefgirtina malbata xwe ya ku ji teref rejîma îşxalker re hatîye hedefgirtin de daxuyanîyan da. Henîyye di daxuyanîya xwe de îfade kir ku her Fîlîstînîyek ji malbata wî ye.

Henîyye, “Her şehîdekî li Xezzeyê û Fîlîstînê ji malbata min e. Ez cardin û cardin dibêjim; şehîdên malbata min şehîdên xelkê me ne, şehîdên xelkê me jî malbata min e; ji ber vê yekê di navbera şehîdan de tu ferqekî tineye. Xwîna şehîdên me ji me tawîzdayînê, guhertina tewrên me, ziîfbûna me û bêhêvîtîyê nade me, bileqs ew xwîn ji me dixwaze ku em rêya xwe bidomînin û di rêya xwe de bisekinin. Em bi hemû qerarîyên xwe rêya xwe didomînin.” (ÎLKHA)