Cemîyeta Mistezefan ji ciwanên Dîyarbekirê re destekê da

Cemîyeta Mistezefan, bang kir ku wehşeta sîyonîstan li Xezzeyê didome, li dijî fîrmayên alîgirên sîyonîstan boyqotê bidomînin, “Li Tirkîyeyê jî zêdebûna bertekan ên li dijî qirker û alîgirên wan zêde bû. Tiştekî tenê heye ku sazîyên sîvîl ên ku wijdan û însanîyetên xwe winda nekirine bikarbînin; çalakîyên protestoyê ye. Û ev, mafekî cîhanî ye.”

Ekleme: 25.06.2024 11:35:20 / Güncelleme: 25.06.2024 11:35:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Navenda Giştî yê Cemîyeta Mistezefan, destnîşan kir ku li Xezzeyê qirkirina ku rejîma îşxalker bikartîne berdewam dike, ji ber vê yekê divê boyqotên li dijî fîrmayên ku destekê didin îşxalkeran jî bidomin, bang kir ku bila xwedî li mirovên ku boyqotê dikin bê derketin.

Di daxuyanîya ku ji teref Cemîyeta Mistezefan ve hat belavkirin de, weha hat gotin:

“Wek ku ji pêvajoya qirkirina ku rejîma sîyonîst daye destpêkirin re alîkarîyên leşkerî têne kirin, destekên aborîyê jî têne kirin. Hinek fîrmayên navneteweyî ku di bin lobîya sîyonîstan de ne, şerm nakin ku destekên xwe yên ku ji sîyonîstan re dikin bi eşkere tînin ziman. Dema ku li Xezzeyê zarok û pitikên di nav kuwozê de ne ji birçîna dimrin; van fîrmayan jî, destekdayînên xwe yên ji wan kesên ku vê wehşetê bikartînin re didomînin.

Rewş bi vê şeklê ye û li dijî qirker û yên ku destekê didin wan re bertek mezin û zêde dibin. Tiştekî tenê heye ku sazîyên sîvîl ên ku wijdan û însanîyetên xwe winda nekirine bikarbînin; çalakîyên protestoyê ye. Û ev, mafekî cîhanî ye.

Yên ku li hember qirkirinê bêdeng namînin wek li Washingtonê, New Yorkê, Berlinê, Parisê û Londrayê li bajarên cuda yên dinyayê, ji ber bêdengmayîna serokên dewletan bertekên xwe nîşan dane û didomînin jî.

Armanca mirovên ku li dijî sermayeya kûrewî yên ku ji qetlîaman re destekê didin çalakîyên protestoyan dikin, ‘boyqot’ û sekinandina qirkirina li Xezzeyê ye. Wek li hemû welatên dinyayê li Tirkîyeyê jî rewş ewakî ye. Encax tê dîtin yên ku dixwazin boyqotê belav bikin, qasî lobîyên sîyonîstan çêlikên wan jî tirsandine.

Di 22yê Hezîranê roja Şemîyê de wek li çar alîyê Tirkîyeyê li Dîyarbekirê jî hinek ciwanên hestyar, li dijî destekvanên qirkirinê bertekên xwe nîşan dane û ev hinekan aciz kirîye. Ev acizkirin û rehetsîzî, bi şekleke bi şiûr û bi zanatî hatîye manîpûlekirin û ji raya giştî re jî bi şekleke cuda hatîye pêşkêşkirin.

Xwepêşandanên protestoyê yên ku li dijî BurgerKing û Starbucksa ku fîrmayên destekê didin sîyonîzmê ne hatine kirin, midexeleya ji jîyanê re nîne, bertekeke li dijî qirkeran e. Xwepêşandanên ku bi silogan û qaxizên ku li ser wan ‘Îsraîl Qehr bibe’ û ‘Boyqot Jîyanê Xelas Dike’ dihat nivîsandin dihatin kirin, encama danehava 9 mehî ye.

Em sazî û mirovên ku ji wan kesên ku di 6-8ê Cotmehê de xelkê derxistibûn kolanan; bi mehan dikanan girtibûn, şewitandibûn û talan kiribûn; bi tevî vana her şekla wandalîzmê ji însanan re dabûn jîyandin re bertekê nîşan nadin; lê li hember çalakîya meşrû ya pênc deqîqeyan a ciwanên hestyar ên Dîyarbekirê bertek nîşan didin şermezar dikin. Em ev hereketa dirûtîyê ji raya giştî re nîşan didin ku ev dirûtî nîşana destekdayîna ji îsraîlê re ye û em vêya jî ji dîrokê re dinivisînin.

Çiqas xwepêşandanên li dijî şîrketên ku destekê didin rejîma sîyonîst mafdar in, divê xwedî li wan kesên ku vê bertekê nîşan didin bê derketin. Divê ji protestoyên ku ji bona wan şîrketan ziîf bibin têne nîşandan re destek bê dayîn.

Qethîyen divê ciwanên Misilman û raya giştî yên ehlê wijdanê ji operasyon û lînca ku mirovên kêfa wan ên qehweyê xera bûne li ser medyaya civakî nîşan didin serê xwe netewînin. Bila tu kes ji şermezarkirina lomekaran netirse.

Tabloya bi êş û jandar ya li Xezzeyê, encameke drama mezin e ku tê jîyandin. Yên ku leşkerên Tel Avîvê beslî dikin ne mesum in. Divê vana ji fealîyetên xwe re berdewam nekin, şûbeyên wan bi lez û bez bên girtin, bi sûca qirkirinê bêne darazandin. Divê çarçoveya qutkirina minasebetên bazirganî ya bi rejîma îşalker re a Enqereyê bê berfirehtirkirin, wan kesên ku bi îşxalkerên qirker re rasterast an jî nerasterast minasebetên wan hene fealîyetên wan ên li Tirkîyeyê bêne sekinandin.” (ÎLKHA)