Meqamên Libnanê, piştî îddîayan sefîran di balafirgehê de gerand

Piştî îddîayên ku Hîzbullah, di balafirgeha Refîk a Navneteweyî de çekên Îranê depo dike 16 sefîrên welatên biyanî di balafirgehê de hatin gerandin.

Ekleme: 25.06.2024 09:55:23 / Güncelleme: 25.06.2024 09:55:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hikumeta Libnanê, piştî îddîayên rojnameya Îngîlîz Telegraphê ku Hîzbullah, di balafirgeha Refîk a Navneteweyî de çekên Îranê depo dike ji bo 16 sefîrên biyanî yên navneteweyî di balafirgehê de gerekî tertîp kir.

Piştî gerê Wezîrê Ragihandina Libnanê Elî Hamîye civîneke çapemenîyê li dar xist û îfade kir ku hemî balafirgeh û benderên Libnanê û tesîsên welat ji bo hemû zîyaretan ji rayedaran re vekirîne.

Hamîye, diyar kir ku ew bi Serokwezîr Necîp Mîkatî, Wezîrê Edaletê, parêzêr û Sefîrê Libnanê yê li Londrayê re derheqê meselaya ku li dijî The Telegraph doz vebikin anjî na de gotubejan kirine.

Wezîr destnîşan kir ku balafirên rejîma îşxalê sehaya hewa ya Libnanê di salê de hezar caran îxlal dike, ev îxlalên rejîma îşxalker “bi rêyên nivîsên meqaleyan ji herba psîkolojîkî re” vegerîyaye.

Wezîr, ji ber nehatina sefîrên Emrîqa û Îngîlîzan jî diyar kir ku ew kengî bixwazin dikarin balafirgehê zîyaret bikin. (ÎLKHA)