Rejîma sîyonîst, li Şerîaya Rojavayê 12 Fîlîstînîyan desteser kir

Rejîma îşxalker a sîyonîst, li çend herêmên cuda yên Şerîaya Rojavayê êrîşan li dar xist, di encama wan êrîşan de 12 Fîlîstînîyan desteser kir.

Ekleme: 24.06.2024 15:05:21 / Güncelleme: 24.06.2024 15:05:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Cemîyeta Êsîrên Fîlîstînê û Lijneya Yên Ku Hatine Serbestberdan û Êsîran ku girêdayê Rêxistina Sazîya Fîlîstînî ye, derheqê êsîrên ku hatine desteserkirin de daxuyanîyeke hevpar kirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ûnsurên rejîma îşxalker li El Xelîla Şerîaya Rojavayê û Ramallahê êrîşan li dar xistin.

Hat diyarkirin ku di êrîşan de 12 Fîlîstînî hatin êsîrgirtin û ji malan re zerar hatine dayîn.

Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Şerîaya Rojavayê 9 hezar û 360 Fîlîstînî hatine êsîrgirtin. (ÎLKHA)