Li 6 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon: 31 binçavî

Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya, destnîşan kir ku di betlaneya eydê de li dijî DAÎŞê bi navê ‘Bozdogan-46’an operasyon hat lidarxistin, di operasyonan de 31 şikdar hatin binçavkirin.

Ekleme: 24.06.2024 14:55:19 / Güncelleme: 24.06.2024 14:55:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku li bajarên Enqere, Entelya, Bûrsa, Stenbol, Mêrsîn û Orduyê li dijî DAÎŞê operasyon hatine lidarxistin.

Yerlîkaya diyar kir ku di encama operasyonan de 31 şikdar hatin qefaltin. (ÎLKHA)