Di êrîşa li Daxistanê de hejmarê mirîyan zêde bû: 15 jê polês 17 mirî

Li herêmên Derbend û Maxaçkaleya Daxistanê bi çekan êrîş hatibû lidarxistin, di encama wê êrîşê de 15 jê polês 17 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 24.06.2024 13:10:17 / Güncelleme: 24.06.2024 13:10:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref mirovên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve li Derbend û Maxaçkaleyê bi çekan êrîş li du Dêr, Sînegog û qereqoleke polêsan hat lidarxistin.

Li gorî çapemenîya Rûsyayê bi tevî çend sîvîlan 15 polês mirin, 13 polês jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin li Derbendê rahîbek li Maxaçkaleyê jî ji ber ku katedral hatîye bombekirin nobedarekî dêrê mirîye. Di êrîşê de dêr û sînegog jî şewitîn.

Hêj tu kes xwedî li êrîşê derneket lê hat diyarkirin ku herî kêm 4 êrîşdar jî hatine kuştin. (ÎLKHA)