Mînîbûs li dîwarê qelibî: 1 mirî, 7 birîndar

Li Xarpêtê mînîbûsek li dîwarê qelibî, di encama qezayê de keseke ku di nav mînîbûsê de bû canê xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 24.06.2024 11:20:19 / Güncelleme: 24.06.2024 11:20:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li Çarrêya Zafrana Taxa Nû pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsa ku navê şofêrê wî nehat hînbûn, li dîwara ku di  kêleka rê de bû qelibî.

Di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîye, polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin ku mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)