Rapora pisporan: Şewata li Mêrdîn û Dîyarbekirê ji ber ceryanê derketîye

Hat diyarkirin ku şewata li Mêrdîn û Dîyarbekirê derket û bû sedema mirina 15 kesan, telefbûna bi hezaran heywanan û bi hezaran donim erd bûbûn wek xwelîyê ji ber ceryanê bûye.

Ekleme: 24.06.2024 10:50:20 / Güncelleme: 24.06.2024 10:50:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Lijneya pisporan rapora şewata li Dîyarbekir û Mêrdînê belav kir.

Li gorî vêya lijneya ku ji 3 kesan pêk tê û ew jî ji endezyarên ceryan, xerîta û çanidinîyê ne, li herêma şewatê lêkolînan kirin.

Di raporê de hat îfadekirin ku şewata li gundê Tobînîyê derketîye, ji ber ku di cîhê ku sîgorte bê girêdan de sîgorte nehatîye şixulandin û qablo jî qetîyane û li erdê ketine, ji ber vê yekê gîya bi hev girtîye. Dûre ji ber bayê şewat belav bûye.

Rapora ku derketîye ji serdozgerîyê re hatîye şandin. Dozgerî jî ji bona ku tehqîqateke baş bê kirin raporeke ku hûrgilîyên wî zêde ne xwest. Li gorî rapora ku wê bê amadekirin ew ê tehqîqat jî berfirehtir bibe. (ÎLKHA)