Tûgayên Şehîd Îzzeddîn El Qessamê baskê leşkerî yê HAMASê, doh di dana nîvroyê de li dijî wesayîteke aîdê yekîneya endazyarê sîyonîstan operasyonek li dar xist.
Hat îfadekirin ku di encama operasyonê de wesayît îsabet girtîye û şewitîye.
Tûgayên Qessam, destnîşan kirin ku sîyonîstên îşxalker ji herêmê re ekîbên xelaskirinê şandine û micahîdên Qessam li dijî wan ekîban jî bi fuzeyên “Racûm”ê hedef girtine.
Hat diyarkirin ku Qessam û Serîyyeyên Qudsê ku baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî ye bi hev re li Kampa Yabnaya Refahê li dijî wesayît û civîna leşkerên sîyonîstan bi topên hewanê operasyonek li dar xistine.
Rejîma îşxalker daxuyandibû ku doh di pevçûna bi micahîdan re de leşkerekî wan mirîye. (ÎLKHA)