Li herêma Daxistana Rûsyayê êrîşa çekdarî: 7 jê polês 9 mirî

Li herêmên Derbend û Maxaçkaleya Daxistanê bi çekan êrîş hat lidarxistin, di encama wê êrîşê de 7 jê polês 9 kesan canê xwe ji dest dan, 25 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 24.06.2024 09:40:21 / Güncelleme: 24.06.2024 09:40:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref mirovên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve li Derbend û Maxaçkaleyê bi çekan êrîş li du Dêr, Sînegog û qereqoleke polêsan hat lidarxistin.

Li gorî çapemenîya Rûsyayê bi tevî çend sîvîlan 7 polês mirin, 4 êrîşdar jî hatin kuştin.

Hat diyarkirin ji bona ku êrîşdarên dinê bêne qefaltin xebat didomin.

Serokê Komîsyona Nerîna Raya Giştî ya Daxistanê Şamil Khadulaev, got ku li Derbendê rahîbek û li Maxaçkaleyê jî wezîfedarekî Dêrê hatîye kuştin.

Hat îfadekirin ku di êrîşê de di dêr û sînegogê de şewt derketîye.

Hat destnîşankirin di êrîşê de 7 polês mirine, 12 polês jî birîndar bûne.

Li Daxistanê rewşa rejima bi terorê re micadele hat îlankirin û ji bona ku nasnameya êrîşdaran bê diyarkirin xebat hatîye destpêkirin. (ÎLKHA)