Li Diyarbekirê şubeyên  wan şîrketên ku destekê didin îşxalkerên siyonist hatin protestokirin

Hat ragihandin li Diyarbekirê komek ji bo balan bikşînin li ser qetlîamên ku li Xazzeyê tên kirin şubeyên  wan şîrketên ku destekê didin îşxalkerên siyonist protesto kirin.

Ekleme: 23.06.2024 15:50:19 / Güncelleme: 23.06.2024 15:50:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Protestoya ewil li Sûra navçeya Diyarbekirê û ya din jî li Kayapinara navçeyta Diyarbekirê pêk hat. Xortên ku çûn ber Burger Kîng û Starbucksa  ku destekê didin siyonistan. Kesên ku li ber Burger Kîng û Starbucksê  kom bûn sloganên li dijî siyonistan avêtin û têketin hundir.

Kesên di komê de destnîşan kirin, ger ev şîrketên ku destekê didin siyonistên îşxalker bên boyqotkirin ew ê zirarekê bikin û di netîceyê de îflas bikin û ew ê dikanên xwe bigrin û ji welatên Mislimanan  biçin.

Hinek kesên din ên di komê de jî balan kişandin li ser qetlîam û qirkirina ku li Xazzeyê tên kirin û ji xwedîyê dikanan xwestin ku dikanên xwe bigrin.

Kesên di komê de piştî demekê bi şiklekî bêdeng ji dikanan veqetîyan.(ÎLKHA)